Di nav raporta Hatice Kamer ji Amedê de behs li ser girtina 20 rojnamevanên Kurd dibe ku roja Çarşemê di operasyoneke hevdemî de ji mal hatin girtin. Hemî karmendên JİNEWS, Ajansa Mezopotamya, endamên Rojnamevanên Dîcle û Feratê jî di nav de hene. Herweha di raportê de behs li ser çûna Lavrov ji bo Tirkiyê dibe.